Sirûdên welatan

Sirûdên welatan

05/11/2022 Kapalı Yazar: sevi


Sirûd helbestên neteweyî ne û gava tên bestekirin ev helbest dibin stran, dibin stranên neteweyî. Di dîrokê de kêm zêde her dewlet an jî milet aleke wan hebûye lê sirûdeke wan tune bûye; wek mînak, ala împeratoriya Eyûbiyan hebûye û aleke zer bûye lê sirûdeke wan tune bûye.

Sirûd ji alan nûjentir û neteweyîtir in. Piştî neteweperwerî li cîhanê geş dibe sirûd derdikevin pêş û dibin sembolên neteweyî. Vê gavê li cîhana nûjen wek çawa gelek kom aleke wan hebe êdî sirûdeke wan jî heye; sirûdên tîmên futbolê, sirûdên karkeran û hwd…

Sirûd ji ber ku li ser zimanekî ava dibin ji alan neteweyîtir in û her wiha ji wan giyanîtir in jî ji ber ku muzîkeke wan heye. Ji bo miletekî pejirandina sirûdekê ji pejirandina alekê dijwartir e; sedema vê yekê di zimanan de hebûna devok û zaravayan e; axaftvanên her zaravayî dixwazin sirûda wî miletî bi zaravayê wan be, ev jî dibe sedema gengeşiyan.

Sirûd wek alan nikarin temendirêj bin, ji ber ku reng her tim wek xwe dimînin lê ziman di pêvajoya dîrokê de pir diguherin. Rengên kurdan do jî kesk û sor û zer bûn û îro jî kesk û sor û zer in, lê zimanê kurdan ê do û îro ne wekhev e; zimanê medan (an jî ê gûtiyan) û kurmanciya îro pir ji hev cuda ye; ji ber vê yekê di dîroka neteweyan de sirûdên pir kevn û dîrokî tune ne. Sirûda herî kevn biqasî tê zanîn a Brîtanyayê ye ku ev jî temenê wê ancax 250 sal e.

Ji bilî guherîna zimanan wateya sirûdan jî di temendirêjiya wan de bandorker e. Sirûda brîtanî pesnê (keya û) keybanûya îngilîzan dide:

“God save our gracious Queen!
Long live our noble Queen!
God save the Queen!
Send her victorious,
Happy and glorious,
Long to reign over us:
God save the Queen

Xwedê Keybanûya me ya hêja bistrîne!
Her bijî Keybanûya me ya esîl!
Xwedê Keybanûya me bistrîne!
Jê re bişîne serfiraziyê,
Bextewariyê û şanê,
Dirêj be hikmê wê li ser serê me:
Xwedê Keybanûyê bistrîne.”

Ev, sirûdeke monarşîk e, û piştî demokrasiyê wateya wê zêde nemaye. Gelê brîtanî (îngilîz) hewl da ku vê sirûda monarşîk biguherîne û yeka nû ji xwe re hilbijêre. Piştî salên 2000î gelê brîtanî helbesta William Blake a bi navê “Quds”ê hilbijart ku bibe sirûda wan a nû. Vê gavê li Brîtanyayê hem sirûda kevn (God save the Queen) û hem jî sirûda nû (“Quds”a William Blake) wek sirûdên neteweyî tên bikaranîn. 

Wek vê mînakê, dem carna sirûdan kevn dike û wateya wan qels dimîne ji bo dema nû. Hest, kelecan, ziman û ramanên neteweyan bi demê re diguherin. Gava miletek sirûda xwe ya neteweyî di dilê xwe de hîs neke ew sirûd bê wate û bê fêde dimîne.    
*
Di sirûdan de şer û bûyerên civakî jî girîng in, gelek sirûd li ser van bûyeran dirûvîne. Sirûda fransî “La Marseillaise” (Marsîlyayî) ji bo vê yekê mînakeke baş e. Navê sirûdê yê esil “Chant de guerre pour l’armée du Rhin” e, ango “Strana şer ji bo artêşa Renê”. Nivîskarê sirûdê Rouget de Lisle (1760-1836) ev sirûd –wek ji navê wê jî diyar e– li ser şer nivîsandiye, li ser şerê navbera Fransa û Awustûrya. Çîroka qebûlkirina vê sirûdê wiha ye:

Li Marsîlyayê ji bo xortên bajêr ên ku wê biçûna herbê xwarinek hatiye çêkirin. Vana 500 xortên marsîlyayî ne, şoreşger in, welatparêz in. Li ser sifrê xortek radibe ser xwe. Her kes li hêviyê ye ku xort axaftinekê bike, lê xort helbesta “Chant de guerre pour l’armée du Rhin” bi coş û peroş dixwîne. Li ser vê yekê her 500 xort û Marsîlya giş pevre vê sirûdê dixwînin û xortan dişînin herbê. Ji ber vê bûyerê navê sirûda fransî dibe “La Marseillaise” (Marsîlyayî), û di sala 1795an de wek sirûda neteweyî ya Fransayê tê pejirandin.        

“Aux armes, citoyens!
Formez vos bataillons!
Marchons! Marchons!
Qu’un sang impur
Abreuve nos sillons!

Rahijin çekan, welatîno!
Tabûrên xwe çêkin!
Em bimeşin, em bimeşin!
Em bi xwîneke gemarî (a dijminan)
Mişarên xwe av bidin!”

Gava Napoléon tê serî ji ber ramanên şoreşger “La Marseillaise” qedexe dike; lê piştî desthilatdariya monarşîk diqede û gava komarger dîsa tên serê dewletê, sirûd dîsa dibe sirûda neteweyî ya Fransayê (1879).

Di sirûda “La Marseillaise” de têgehên şer, tundî, welatparêzî û şoreşê li pêş in; bi taybetî jî têgeha şer li pêş e. Sirûda Amerîkayê “The Star-Spangled Banner” (Ala bi Stêrkan Xemilandî) jî wiha li ser şer e. Ev sirûd qala şerê Amerîka û Brîtanyayê dike. Helbestkarê wê Francis Scott Key ev helbest di 1814an de li ser vî şerî nivîsandiye, dûre ev helbest dibe sirûda Amerîkayê.

“O say, can you see, by the dawn`s early light,
What so proudly we hailed at the twilight`s last gleaming,
Whose broad stripes and bright stars, through the perilous fight…

Lo bêje, tu dikarî bibînî, bi ronahiya ewilî ya berbangê re,
Em çiqasî bi serbilindî silav dikin birûsînên dawî yên spêdeyê
Ên ku xetên wan fire û stêrkên geş in, bi şerê xetere…”
*
Li Kurdistanê jî bi vî rengî rewş û şer qewimîne û vê gavê hin stranan rengê sirûdan wergirtiye. Ji van stranan du heb jê pir li pêş in û gava girse tên ser hev teqez ev stran tên gotin; yek jê “Çerxa Şoreşê” ye û a din jî “Şervano” ye. “Şervano” wek tê zanîn straneke şerê Rojava ye, di şerê tirk û kurdan de hat çêkirin (2019). Ev stran ji nişkê ve di nav kurdan de li bayê bezê belav bû û jê pir hat hezkirin, rengê sirûdekê wergirt û bû strana her kesî; her kurdî hîs û dilê xwe di vê stranê de dît.

“Şervano, keziya dayikê bi qurbano,
Tu nehêlî tola me,
Bi destê xwînmijano, şervano,
Şervano, şervano…”

Wê nivîs bidome…

(Gotin: Şêro Hindê-Brahîm Feqe. Beste: Mehmûd Berazî. Stranbêj: Hacî Mûsa)

Ekonomi Haberleri